التخطي إلى المحتوى الرئيسي

Zembîl firoş








Zembîl Firoş

Qinyata Zembilfiroş û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî     girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroş. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û 
jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroş

Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne

Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Ha dil were, ha dil were
Kesê ji dil nekî bawere
Ji mirovantî hatiye dere

Xatûn :
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez brîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara'm bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Ha dil were carek bi coş
Car car vexwe şerbeta xoş
Dilqinyata Zembîlfiroş

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Hay hay hay hawar e hawar e
Hay hay hay hay..
Xatûn pir evîndar e
Li ber rehma Xwedê xwar e
Ji eşqê maye bê par e
Evîndar e ma bêçare

Xatûn li jor kar dike
Zêr li eniyê par dike
Kalên sedsalan har dike

Xatûn :
Çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferşan e
Berê min mîna fîncan e
Fîncanên mîr û paşan e
Sîngê min mîna zozan e
Zozanên haft eşîran e
Zembîlfiroş, lawikê derwêş
Lê bike kêf û seyran e

Zembîlfiroş lawikê derwêş e
Keremke tu were pêşe
Heqê zembîlên xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Lê lê lê, lê lê Xatûnê
Çavên te mîna zeytûnê
Ditirsim ji agirê êtûnê
Ya Xatûn ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
J'ser toba xwe ez nayêm xwarê

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê feqîr e
Were ser doşeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Tu Xatûna li birc û van î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kevanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna gerden bi morî
Qet nabe bi kotek û zorî
Tirsa min ji wî Reb ê jorê
Xatûnê ez tobedar im
Tobedarê Zerdeştê Kal im
Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê

Raman Hesê

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî A-    Malbata zimanên Ewrûpî 1.      Zimanê Germanî a-Germeniya Rojhilat : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Gotî / Kûtî Kurd Li çiyayê Toros kêleka çemê Zapê / Başûr .     40.000 Li başûrê Kurdistanê fermiye . Gepîdî / Xemîrî / Gembûdî Xemîr Gembodiya 14224500+ Fermiye . Rûgyayî Bûrgûndî Faris Îran 1.132 Tenê li gundê Bûrgan fermiye . b- Germeniya Rojava : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Îngilîzî Îngilîz . Li Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê , Keneda , Awistralya , Zelandaya Nû û 94 welatên din tê axiftin Derdora 340 milyon (zikmakî) 350 milyon - 1 milyar (zimanê duyem) Fermiye . Almanî Alman Almanya Belgiya Brazîl  Îtalya (Tîrola Başu

Pr.Qenatê Kurdo

Qenatê Kurdo           Qenatê Kurdo (bi rûsî: Канат Калашевич Курдоев, lat. Kanat Kalaşeviç Kurdoev : Zimanzan, nivîskar û akademiyê Kurd Qenatê Kurdo di sala 1909'an de li Bakurê Kudistanê gundê Sûsizê li nêzîkî Qarsê (Qersê) ji bavekî gundî ku navê wî Keleşê Xidir bû, ji êla Şerqiya, û diya wî jî Xezala keça Nadirê Çolo bû, ji êla Rojekê û her du jî (bav û diya wî) ji kurdên êzdî bûn ji dayik bûye. Kurdo di sala 1918'an de û ji ber zor û stema dewleta Osmanî , malbata wî bi xelkê wê deverê re koçberbûn û berê xwe dane devera Erbarab li Ermenistanê û li wir gundekî kurd hilbijartin û lê rûniştin, navê wî gundî Kurblax bû û ji wir jî berê xwe dane Tevlîsê (paytexta Gurcistanê), di 1921'an piştî salekê ji mana wan li Tevlîsê bavê wî mir . Li Tiflîsê Kurdo diçe dibistana zimanê Kurdî , di sala 1928'an de Qenatê Kurdo xwendina xwe ya destpêkê û navîn li dibistana Lazoyê bi dawî dike û piştî wê bi salekê diçe Lênîngradê (îro Sankt Petersburg) û li Zanîngehê l

Cûdahiyên di navbera zimanê Kurdî û Erebî de

Cûdahiyên di navbera  zimanê Kurdî û Erebî de :      1-       Zimanê kurdî ji malbata Hindo-Aryen e , lê belê zimanê Erebî ji malbata Hamî-Samî ye .    2-       Zimanê kurdî bi tîpên latînî û ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsîn , ê Erebî bi tîpên Aramî ye û ji rastê ber bi çepê ve tê nivîsîn .    3-       31 tîpên zimanê Kurdî hene , lê belê di zimanê Erebî de 28 tîp in . 4-       Di kurdî de du tîpên dengdêr li pey hev nayên , lê di Erebî de tên . 5-       Li ber zimanên cîhanê , tenê di zimanê Erebî de Tîpa (ض)  heye , ku ev tîp jî bi zehmetî tê bi lêvkirin . 6-       Di aliyê bilêvkirina tîp û peyvan , zimanê Erebî ji yê Kurdî zehmetir û dijwartir e . 7-       Hevoka Kurdî ; lêkerê wê di dawiya hevokê de tê danîn , lê ya Erebî di despêkê de ye. 8-       Tîpên Erebî bi gelek awayan tên nivîsandin , di despêka peyvê , nêvîka wê û di dawiyê de , wêneyên wan jev cûda ne . Her wiha cûreyên xêzandin û neqişkirina tîpan jî li cem wan heye û her yek ciyw