Helbest
çi ye ?
Helbest ; hûner , ziman, deng û ritimeke birêkûpêk
kiriye , hestyarî û hizirînekî ji rêzê dûr tîne ziman , mirov di riya wê de dikare hemû hestên xwe daberîn
bike . Helbest, dermanê rih e û yek ji cûre nivîsînên
wêjeyî yê herî girîng e. Li gor naveroka xwe jî cûrên nivîsînên wêjeyî yên din cuddtir e. Hêvî, aşop , evîndarî û hemû mijarên hest û
ziman bi hûnandineke bedew tîne ziman û bandorê li kesayeta yê guhdar û helbestvan dike.
Helbest, cûreyek ji wêjeya
herî kevn e. Di helbestê de beriya her tiştî, tişta girîng
ne wateya peyvê lê belê raman û hestê wê ye , ji pexşanê cuda ye. Helbest
bi pîvan û kêşe ( Kilasîk ) , her wiha bi awayê nûjen ( berdayî ) heye .
Bandora helbesta devokî ya
Kurdî xwe di demê Avestayê de jî daye der. Beşa Avestayê ya bi navê “Gata yan
Gatan” hemû bi awayê helbest û bi pîvana kitan hatiye nivîsandin. Ev dide diyar kirin ku beriya Avestayê jî bi
heman rengî bi awayek devokî helbest hatine nivîsîn. Niha jî ew awayê helbest
gotinê di nava Kurdan de heye û weke çandek kevnar di koçk û dîwanxanan de tê gotin.
Di
helbestên devkî de, ji bilî yên qehremanî û dildariyê, aliyê wê yê olî jî
roleke girîng di wêjeya devkî ya kurdî de lîstiye. Ji ber pirtûka Zerdeşt
“Avesta” olî ye û bi awayê helbestî hatiye nivîsandin. Her wiha Pîrên Zerdeştî
jî nirxandin û duayên xwe yên olî bi awayê helbestî hûnandine . Piştî hatina
ola Îslamê jî dîsa bawermendên Misilmanên kurd , çi bi zimanê Erebî û çi bi Kurdî
, dua û daxwazên xwe bi helbestî di teşeyên pesindayîn (medîhl , devavêtin , qesîde,
xezel û beytên olî de diyar kirine.
Helbesta kilasîk :
Ew helbesta bi endîze , pîvan
û kêşe ye . Li dîwanxane û serayên mîr û paşayan û ji bo wan dihatin gotin . Serkêşê
vê serdemê di sedsala 10'an de Baba Tahirê Hemdanî ( Uryan ) bû . Her wiha
gelek mînakên din jî ku di serdem û çerxên cûda cûda de derketine hene . Weke
Elî Herîrî , Melayê Cizîrî , Ehmedê Xanî , Feqê Teyran , Siyapoş , Pertew Begê
Hekarî , Mihrîban Xatûn , Mestûre Erdelan , Meyrem Xan , Dildar û hwd .
Helbesta nûjen :
Helbesta berdayî , bê kêşan û
terazû ye . Ev helbest di navbera cenga cîhanî ya yekê û didiwan de xwe da der .
Balê nade kêşanê lê dive ku bi pîver be û newaya mûzîka wê hebe , bi hay , hest
û raman bê hûnandin .
Dibe ku helbestên Qedrî Can
di Hawarê de mînaka herî zelal û berbiçav bin di vî warî de. Lê Cegerxwîn bi
şêweyê helbesta xwe gelek nav di bin baskê xwe de hiştin û heta niha jî dom
dike . Ji vê malbata hunerî helbestên Tîrêj , Keleş , Salihê Heydo û gelekên
din hene ku di warê nivîsandina helbestê de mane girêdayî bi kêşesaziyê ve .
Lê pêla nûjenya ku helbestên
hemû zimana dabû ber xwe weha helbesta Kurdî jî dabû ber xwe ku di van salên
dawî de bi dehan, eger em nebêjin bi sedan nav derketin. Ji wan Ehmeêd Huseynî ,
Tengezarê Marînî, Fethulla Huseynî, Rizoyê Xerzî, Jan Dost, Hekîm Sefqan,
Royarê Amedî, Diya Ciwan, Arşevê Oskan, Nezîr Palo, Rûxweşê Zîvar, Mihemed Hemo,
Axîn Arif, Ferhadê Îcmo, Hoşeng Broka, Jana Seyda ...hwd.
Taybetmendiyên zimanê
helbestê :
-
Di zimanê helbestê de bi awayekî giştî peyv, ne li gor wateya
xwe ya rast tên bikaranîn.
-
Zimanê helbestê taybetmendiyê zimanê rojane weke hest û hay himbêz
dike. Lê belê bikaranîna aşop û gotinên hûnerî zimanê
rojane derbas dike .
-
Di zimanê helbestê de aşop heye lê di zimanê rojane de aşop
nîne.
-
Di zimanê helbestê de bi peyvên kêm, wateyên zêde tên armanc girtin
, lê di zimanê rojane de ev tişt nîne .
-
Di zimanê helbestê de gotinên hûnerî bi awayekî zêde û bi bandor
tên bikaranîn.
Hêmanê helbestê :
-
Nest û dilsojî : xuyabûna hest û hay helbestvan di helbestê de .
-
Bîrok (Raman) :
raman ku helbestvanbdixwaze bigihîne yê guhdar.
-
Hizir û sawîr :
hizir , aşop û mînandina helbestvan di helbestê de .
-
Ristin û hûnandin : komkirin , rêzkirin û hûnandina van hêmanan di helbestê
de
û ristina wan bi zimanekî xweş û bedew .
Cûreyên Helbestê :
·
Devokî : bi
devokî ye , li ser devê şivan û gavanan tê gotin , dibe ku ketibe nivîsandinê
de yan na .
·
Fermî : beşê
sazkirî , fermî û bi rêziman , di hemû aliyan de tekûz e . Şaristanî ye
.
1-
Epîk ( destaneyî ) : Helbestên bi kêşe û dirêj in . Serpêhatî , qehremanî , şer û cengan
bi awayekî helbestî tên vegotin û nivîsandin . Mînak : Destana Gilgamiş.
2-
Lîrîk ( lorandin , xemgînî û kêf ) : helbestên dûrik , dîlok , bêrîkirin û şînê ne .
Navê xwe ji lohirandin an jî ji amûra lîr ya Yûnaniya kevin girtiye . Mînak :
Memê Ebasî .
3-
Dîdaktîk ( hînkirinê ) : ev cûre ji hay û hestan dûr e , tenê ji bo şîretkirin û fêrkirinê
tê gotin . Armanc jê ew e ku ramana zendekirinê bigihîne guhdar û di mejiyê wî
de biçîne . Mînak : Nûbuhara Biçûkan a Ehmedê Xanî .
4-
Drametîk ( pêkenîn û tinazî ) : ev helbest li şano û sînema bêtir tê bikaranîn .
5-
Pastoral ( xwezayî ) : helbestên şivan û gavana ne . Ev cûre peyvên girêdayî bi xwezayê û bêrîkirina
jê re di nav xwe de dihewîne . Ê helbestvan hezkirina xwe ji xwezayê re bi wan
derdixe û çem , kanî , dar , çiya û deşt tîne zimên .
6-
Satirîk ( felsefî ) : ev cûre cihê xwe di nav gelek helbestan de digire , ji ber
piraniya helbestan û helbestvanan , mijar û ramanên felsefî di nav xwe de dihewînin
. Serkêşê vê cûreyê Melayê Cizîrî ye .
7-
Ayîrotîk ( pevşabûn ) : ev helbest hêrsa zayendî geş dike û derdixe pêş . Yenî yê
helbeatvan bi peyvên vekirî , zayendî kela dilê xwe derdixe û xeyalê jinek /
zilamek tezî tîne ber çavên xwe û davêje ser , jiyana xwe pê xweş dike û
aramiyê dide laşê xwe . Di wêjeya kurdî de mînakên wê pirin , lê ya herî berçav; Pertew Begê Hekarî ye , her wiha Feqê Teyran
di destana Zembîl Firoş , xwe ji vê cûreyê bê par nehişt .
Raman
Hesê .
تعليقات
إرسال تعليق