Zanista zimanvaniyê
Cîhana ku em tê de dijîn , roj bi roj xwe
digihîne astên herî jor û pêşdikeve . Di gelek alî û qadên civakê de jî mirovan
karîbûn xwe bigihîn ziraviyên herî biçûk li ser rûyê erdê , wan nasbikin û kifş
bikin . Yek ji tiştên herî girîng ewe ku ; karîbûn şoreşekê di nav ziman û
mirovan de çêbikin , ew jî şoreş û serhildana lêkolîna zimanvaniyê bû , ku bû
sedema gelek tiştên windayî yên ku bi mirovan û dîroka wan ve girêdayî derkeve
û li ber çavan bixuye .
a- Zanista
zimanvaniyê :
Ev zanist liser nimandina wateyên peyvan
, teşeya wê ya yekîne bi ziravî û hûrkolîn lêkolîn dike , her ziman ji aliyê wate
, dîrok , berhevîn , têkiliyên wan di nav hev de û bi taybet ciyawazî û şewazên
vî zimanî lêkolîn dike , ku ziman çiye ? , çawa tê xebitîn ? , koka peyvê ji kû
derê ye ? , çawa sentez bûye ? , fonitîka wê çiye ? , çawa ji dev derdikeve ? ,
çawa ji teşeyekî ketiye teşeyekî din û pêşketiye ? , û di kîjan dem , cih û
dîrokê de derketiye ? , ev zanist li ziman digere û wê pênase dike , liser
kêrhatî bûn , hêz û kûrahiya ziman , avakirina hevokan û dengê peyvan , bi
şêweyekî zanistî û rasteqînî lêkolîn dike , bi kurt û kurmancî zimanan nasdike
û lêkolîn dike .
Lêkolînên
zimanvaniyê ji aliyê
Hindiyan ve despê bû , piştî wê li Yûnanistan û Romaniyayê jî destpê bûn .
Lêkolîna despêkê liser pirtûka " Veda " ya bi zimanê Sensikrîtî bû ,
ku weke deqa herî kevin e . Piştî wê di çerxa 6'an de (500-450) , zimanvanên weke
Aflaton ( palton) û Aristo gelek lêkolînên girîng di aliyê zimanvaniyê de kirin
. Piştî wan jî Romanî ev lêkolîn berdewamkirin.
Di sedsalên (11-13) an de , şerza û
zimanvanê bi navê " Dantî " derdikeve , ew jî gelek xebatên girîng liser
ziman dike . Ta vê serdemê jî , tevî derketina ola Islamê , Ereban ta serdema
lêkolîner û zimanvanê Kurd Sîbawê ti lêkolîn nekirinbûn .
Di serdema raperîna ku li Erûpayê çêbû ,
gelek lêkolînên zimanvaniyê despêkirin , bi taybet li Îtalyayê û piştre li hemû
Ewrûpayê belav bûn , ev serdem navê serdema " Bizavên demkî " lê hate
kirin . Di vê serdemê de gelek zimanvan derketin û asta lêkolînên zimanvaniyê berferehtir
kirin , yek ji wan jî bi navê " Kanyos " bû , ku lêkolînên baş li ser
zimanvaniyê kir .
Di sedsala 17'an de , lêkolînên
zimanvaniyê berdewam bûn , tiştê girîng di vê sedsalê de ku lêkolînên Qeşayên
Qral ( port royal ) pêşketin .
Di sedsala 18'an de jî ramanên fêlasofan
gelek bandor li lêkolînên zimanvaniyê kirin û gelek zimanvan jî weke ( Conyos ,
Roso , Kondyak .. ) derketin holê .
Di sedsala 19'an de , zanista zimanvaniyê
despêkir dev ji çavlêkirinê berde û hizra xwe ya dîrokî derbasî nav lêkolînan
bike û bi zanistên din re girêbide . Di vê serdemê de hijmareke din ji zimanvanan
derketin weke ( Wîlyam Koniz , Hambolt , Bob .. ) , her wiha rêbaza dîrokiya hevrûkirinê
jî derket û bû bingeh ji lêkolînan re .
Di sedsala 20'an de , ji ber hewldanên
zimanvanên çerxa 19'an , zimanvaniyê taybetmendiya xwe çêkir û bû zanisteke
serbixwe . Ev jî piştî ku " Soser " di lêkolînên xwe de giha biryara
ku zanista ziman , zanisteke serbixwe ye . Her wiha di wê serdemê de jî zanista
Komelnasiyê dibe zanisteke serbixwe . Ji wê demê ta roja me ya îro , zanista
zimanvaniyê xurtir û pêşketî tir dibe , her wiha gelek şareza , pispor ,
lêkolîn û lêkolînvanên wê çêbûne .
b-
Zimanvaniya Berawirdkirinê / Hevrûkirinê :
Beşek ji beşên zanista zimanvaniyê ye , diyardeyên
deng , peyvsazî , hevoksazî , nimandin û hevrûkirina zimanên heman malbatê yan
jî ji heman civakê lêkolîn dike . Ev lêkolîna hevrûkirinê ya ku li ser du zimanên
ji heman malbatê yan jî bêtir pêk tê armanc jê ewe ku , bigihêje cûreyê vî
zimanî , wekhevî û cûdahiyên di navbera her du zimanên ku ji heman malbatê ne ,
yan jî li gorî qonaxên wê yên dîrokî ku têre derbas bûne lêkolîn bike , bi vê jî
dikare ku lêkolînê ne liser bingehekî xaknîgarî lê belê liser bigehekî wesfî ,
yan jî liser bingehekî dîrokî pêk bîne . Pêre behsa kêmasî û destkeftiyên ku di
van qonaxan de çêbûne dike .
Mînak : em hevrûkirinê dinavbera zimanê Erebî û
zimanê Suryanî de çêbikin , peyvên her zimanekî çawane , wate wan , gelo di
dîrokê de têkilî dinavbera wan de hebû yan jî na ? , wê zanista hevrûkirinê van
mijaran di nav xwe de bihewîne , lêkolîn bike ta ku bigihêje encamekî ku cûreyê
her zimanekî nasbike .
c- Armancên
zanista zimanvaniyê :
1. Vekolîna geşdanên rast ên zimanan , naskirina
bingeh û diyardeyên ku ziman jê çêbûne , her wiha binçîneyên ku pêkhate û
diyardeyên ziman liser avabûne .
2. Vekolîna erk û şêweyên cûr be cûr ên
zimanên ku di nav civaka mirovahiyê de pêktîne .
3. Balê dikşîne ser peywendiyên di navbera zimanan
de , mijarên pêve girêdayî û heyî ; weke aliyên dîrokî , derûnî , civakî ,
sirûştî , antropolojî û ….. .
4. Şêweyên guhertin û cûdahiyên cûr be cûr li
gorî ciyawazên heyî di navbera zimanên gelan de tomar dike .
5. Peydakirin û êşkerekirina zagonên ku
zanista ziman di hemû aliyan de pala xwe didê û geşedanên cûr be cûr ên ku bi
xwe re tîne , weke : pêkanîn , bi cî anîna erk û fermanan , peywendî û
danûstandinên li gel hev .
d- Têgehên
zimanvaniyê :
- Fonetîk / Dengsazî : Kevirê bingehîn ê avakirina her zimanekî ye , zanista
giştî ya lêkolîna dengên mirovan e , ku çawa peyv tê xwendin ? , çawa ji gewriyê
derdikeve ? , şêwazê bi lêvkirina wê , hêza vî dengî çiqas e , her wiha taybetmendiyên
ciyawaz ên zimanan lêkolîn dike .
Nimûne : dengên s – z " bihîstin – bibihîze " .
- Fonolojî : lêkolîna dengên zimanekî û çawa bê
bikaranîn da ku peyv û biwêjên axeftinê çêbibin . Fonolojî zimanan ji aliyê
sentez , guhertin û veguhertin , diyarde û yekîneyên dengan (fonîm) ji aliyê
cûdahiya wateyan û rêzimaniya ku sazdike lêkolîn dike , di encam de behsa
taybetî , pergal û zagonên dengan dike û bi taybet liser dengê zimanekî lêkolîn
dike .
Nimûne : di
zimanê kurdî " Pir – Pir " ( yek hişk tê xwendin û yek nerm tê
xwendin û her yek ji wan wateyekê dide ) , " kirin – kirîn " .
- Morfêm : yekeya
zimanvaniyê ya herî biçûk û watedar e , wateya hundirîn ji axeftinekê re
daberîn dike , ji bo naskirina her yekeyekê yan jî dengekî biçûk di peyvê de
xwedî rol e , her peyvek ji gelek morfêman pêk tê , 9 cûreyên wê hene , peyvê yeke
yeke lêkolîn dike .
Nimûne : Cotkar :
" cot" navê karekî ye , "
kar " nîşaneya tiştekî ye ku tê kirin û rengedêr e , " cotkar "
kesê ku cotkariyê dike . Ev peyv ji 3 morfêman pêk tê .
-
Morfolojî /
Teşenasî : zanista lêkolîna
sazbûn , pêkhatin û çêbûna peyvan e , çawa û bi çi awayî teşe girtiye , yan jî
bi şêweyekî din ew teşenasî ye , liser pareçeyên peyvan , reng û dirûvên
bêjeyan , beşên hevokan û pêkhatiyan wan , guhertin û kişandina wê bi qertafan
re lêkolînê dike .
Nimûne : " Tacegulên gelên Kurdistan " . Ta
ce gul ên ; ev morfêm in , û " Tacegulên " bi
giştî ; morfolojî ye .
- Semantîk / Watenasî : zanista ku peyv an jî koma peyv û hevokan ji hêla wate û guherîna
bêjeyan ve lêkolîn dike , her wiha çawaniya peyvaniya peyvan dide , ne tenê ji
aliyê wateya ferhengî lê belê ji aliyê watedayîna rêzimanî jî digire nava xwe .
Di encam de wateya rast û zelal ya bêje , peyv an jî hevokê lêkolîn dike .
Nimûne :
penda Erebî " La yeful el-hedîd ila el-hedîd " ( لا يفل الحديد الا الحديد ) , di kurdî de penda " Agir ji agir naxwê " , hevok û
peyvên li jor ne weke hev in lê belê heman wate ne , yan jî em karin bêjin ku agir
nikare agir bixwe lê belê wateya wê heye .
- Sentaks / Hevoksazî : zanisteke ku awayê avanî , sentez û pêkhatina hevokan , rêzbûna
bêjeyan , şêwe û cûreyê wan lêkolîn û şîrove dike , armanca wê ewe ku ; şêwazên
pêkhatina hevokan û ciyawaziya peyvên ku di hevokê de cih digirin û bi taybet
di aliyê rêzimanî de lêkolîn bike .
Nimûne :
" Hêviyên min mezin in " . Ev hevok ji lêker , kirde û bireser pêk tê
, rêzmaniya wê rast e , hevokeke lêkerî ye û wateya wê xuya ye . ( Mirov wiha dikare
şîrove bike ) .
e-
Diyalektolojî /Zaravnasî : zanista
ku dewlemendî , hejarî , tengbûn , firehî , serkeftin û têkçûna zimanan di
aliyê zaravên ku di nav xwe de dihewîne lêkolîn dike , her wiha çawaniya çêbûna
van zaravayan , axêver û cûreyên bikaranîna diyalektan , pirsgirêk û hevkariya
dinav ziman de , kîjan ketiye bin bandora kîjanê de û belav bûna wan a
erdnîgarî û taybetmendiyên têkildarî wê ( sirûştî , dîrokî û antropolojî )
lêkolîn dike . Ew bêtir pêwendîdarî cûdahiyên rêzimanî , ferhengî û fonolojî
yên zaravekî din ku li heman herêm û erdnîgariyê ye . Her wiha devoka niştecî û
nifşên kevin ên ku li herêmekê ne yan jî koçber bûne lê zaravayê xwe bi xwe re
birine cihekî din lêkolîn dike . Lêkolînvanên herî navdêr ên vê zanistê ; "
Hans Kurats " û " Wilyam Labovin " in . Lêkolîna liser vê
zanistê di nîvê sedsala 19'an û bi taybet di sala 1876'an de li Almaniya ya
Bakur bi destê " Gorc Wenker " despêkir , piştre xwe li her derê bi
stander belav kir û bû xwedî bandoreke mezin .
Diyalektên
zimanê kurdî :
1. Kurmanî : zaravayekî kurdî ye , dewlemend e ,
zaravayê herî nû û pêşketî ye , zaravayê herî belavbûyî û mezin e , li Bakur ,
başûr û Rojavayê Kurdistanê tê axivîn , % 68 Kurd zaravaya Kurmancî bikar tînin
.
2. Lorî / Loranî : zaravayekî kurdî ye , Zaravayê Kurdî ya
duyemîn e , ber bi helandinê ve diçe , li başûr û rojhilatê Kurdistanê tê
axivîn .
3. Soranî : zaravayekî kurdî ye , dewlemend e , Zaravayê
Kurdî ya sêyemîn e , bi navê Kurdiya Navîn û Babanî jî tê binavkirin , zû bi zû
xwe pêşnaxe , li başûr ( Herêma Soran ) û rojhilatê Kurdistanê tê axivîn .
4. Zazakî / Dumilî : zaravayekî kurdî ye , dewlemend e û yê
herî kevin e , koka despêkê ya derketina hemû zaravayên kurdî ye , li bakurê
Kurdistanê tê axivîn .
5. Goranî / Hewramî : zaravayekî kurdî ye , dewlemend e , zaravayekî
kevin e , li gorî deng û saziya bêjeyan nêzikî zaravaya Zazakî ye , li başûr û
rojhilatê Kurdistanê (herêma Kermanşahê) tê axivîn .
Di Kurdistanê de li gorî çavkaniyan % 68 Kurmancî , % 16 Loranî û
Lorî , % 12 Soranî , % 4 jî Zazakî û
Goranî tê axaftin. Zaravaya ku herî zêde di Kurdistanê de tê axivîn Kurmancî
ye. Di Wêje û nivîsê de zaravên Kurmancî û Soranî xurt û geş bûne û pêş ketine.
f- Ferheng
/ Ferhengsazî / Leksîkolokî : yekîneyên
peyvên her zimanekî , avanî û wateya wan bi hev re , guherîn û pêşketina wan bi
demê re lêkolîn dike , yan jî bi şêwazekî din , pirtûkeke ku çend peyv an jî
çend biwêj têde hatine rêzkirin û şîrovekirin , her wiha ferheng alaveke komkirina
gotinên zimanekî û şîrovekirina wê ye . Ev şîrovekirin dibe biheman zimanî be
yan bi zimanekî din be . Her miletek û ji despêka dîrokê ve hewl daye gotinên
xwe yên naskirî û ne naskirî kom bike û di tiştekî de rêz bike û bide
şîrovekirin . Di ferhengan de peyv li gorî ABC 'eyê tên rêzkirin û liser babet
û beşan tên belavkirin û dabeşkirin . Kesê ku wê ferhengê çêbike , dive ku
kesekî pispor û rewşenbîr be .
Giringî yan jî sûdên mirov ji ferhengê
digire :
-
Gihiştina wate û hemwateyên peyvan bi hêsanî .
-
Naskirina koka gotinan û rêzimaniya wan .
- Çawaniya xwendina wan peyvan heger bi
fonetîk hatibin nivîsandin , her wiha cûdakirina wan ji peyvên biyanî .
- Parastina peyvan û zimanê resen ji winda
bûnê .
- Naskirina peyvên zimanekî û yên zimanekî din
di heman demê de .
Cûre û beşên ferhengan :
- Ferhengên giştî ; ev cûre ferheng hemû beşên
ferhengan , reng û cûreyên peyvan di nav xwe de digire û balê dikşîne ser hemû
mijaran .
- Ferhengên taybet ; balê dikşîne liser zanistekî , beşekî yan
jî mijarekî taybet , weke : ferhengên taybet bi bijîşkiyê , endezyariyê û
parêzeriyê .
-
Ferhenga zimanê netewî ; ev ferhenga zimanê gelekî û hemwateyên
wê di heman zimanî de ye , ku her peyv
çend hemwateyên wê hene û wan şîrove dike .
- Ferhenga zimanê
netewî – zimanê biyanî ; ev cûre ferheng wateya peyvên zimanê netewekî ji zimanekî din re
dide şîrovekirin û pênasekirin .
-
Ferhenga zimanê biyanî – zimanê netewî ; ev ferheng wateya peyvên zimanekî ku
hatiye hîn bûn ji zimanê netewekî yê resen re dide şîrove û pênasekirin .
- Ferhenga hevbeş di
navbera çend zimanan de ; ev cûre , wateya peyvekê di çend zimanan de dide şîrovekirin .
- Ferhenga berfereh (
Ansîklopediya ) ; ev
ferhneg gelekî berfeh e , liser hemû cûre , taybemendî û ciyawazên tiştekî
diaxive û wê pênase dike . Mînak : ferhenga Etles a Cîhanî ku hemû tiştên di
erdnîgariyê de berhevkiriye , lêkolînkiriye û şîrovekiriye .
- Ferhenga fonolojî ; Ferhenga dengan û çawaniya xwendina
wan şîrove dike .
Raman Hesê
تعليقات
إرسال تعليق