التخطي إلى المحتوى الرئيسي

Pr.Qenatê Kurdo

Qenatê Kurdo

          Qenatê Kurdo (bi rûsî: Канат Калашевич Курдоев, lat. Kanat Kalaşeviç Kurdoev : Zimanzan, nivîskar û akademiyê Kurd Qenatê Kurdo di sala 1909'an de li Bakurê Kudistanê gundê Sûsizê li nêzîkî Qarsê (Qersê) ji bavekî gundî ku navê wî Keleşê Xidir bû, ji êla Şerqiya, û diya wî jî Xezala keça Nadirê Çolo bû, ji êla Rojekê û her du jî (bav û diya wî) ji kurdên êzdî bûn ji dayik bûye. Kurdo di sala 1918'an de û ji ber zor û stema dewleta Osmanî , malbata wî bi xelkê wê deverê re koçberbûn û berê xwe dane devera Erbarab li Ermenistanê û li wir gundekî kurd hilbijartin û lê rûniştin, navê wî gundî Kurblax bû û ji wir jî berê xwe dane Tevlîsê (paytexta Gurcistanê), di 1921'an piştî salekê ji mana wan li Tevlîsê bavê wî mir . Li Tiflîsê Kurdo diçe dibistana zimanê Kurdî , di
sala 1928'an de Qenatê Kurdo xwendina xwe ya destpêkê û navîn li dibistana Lazoyê bi dawî dike û piştî wê bi salekê diçe Lênîngradê (îro Sankt Petersburg) û li Zanîngehê li ser Ziman, Dîrok û Wêjeyê dixwîne . 
         Di sala 1931ê de dikeve instîtuya mejû (dîrokê) û felsefe û wêjeyê li zanîngeha Lenîngradê ya fermî de , piştî ku xwendinê jî bi dawî dike, di sala 1936'an de, dibe xwendekarê xwendina bilind di mijara afrandinên zimanî de . Di sala 1941'an de belgenameya diktorayê wergirt . Dema ku bajarê Lenîngradê ji haliyê hêzên Almanî yên nazî ve tê dorpêçkirin, Qenatê Kurdo beşdarî koma efseran (zabit) a hînbûna topan dibe û ji meha Tebaxê sala 1943'an de heya meha Çireya pêşin sala 1945'an wek efserekî di hêza asimanî ya soviet di bikaranîna topan li dijî firokeyan de kar dike . Piştî bidawî hatina şer ; xelata «stêra sor» wek rêzgirtinê ji qehremaniya wî re tê dayîn., Piştre , dibe endamê Partiya komunîst ya Sovyetî , Piştî şerê cîhanê yê yekemîn vedigere Lenîngradê û wek mamosteyekî alîkar ji bo zimanê kurdî di beşê afrandinên Êranî li fakulteya rojhilat nasînê di zanîngeha Lenîngradê de tê bicihkirin û li fakulteya lêkolînên rojhilat dest bi hînkirina zimanê Kudî û Kurdologiyê (Zanistiyên li ser gelê Kurd) dike . 
          Di sala 1950'î de wek lêkolînerekî zanîstî di instîtuya afrandinên rojhilatî li akadîmiya zanyariyan a sovyetî tê binavkirin . Di sala 1960'î de û bi ked û xebata professor Yûsifê Orbîlî (serokê beşê rojhilat nasînê) ; Qenatê Kurdo li fakulteyê dibe serokê parçeyê Kurdologiyê . Bi karê xwe re jî , wî xwendina xwe ya bilind û pispor berdewam kir heya ku belgenameya doktoraya zanîstî stand û bû professor .
          Qenatê Kurdo di jiyana xwe de gellek pirtûk (nivîsar) , berhemên zanîstî , wêjeyî û lêkolînên kurdî yên nirxdar belavkirine.
Qenatê Kurdo , endamê şanaz di komgeha zanistî ya kurd de li Başûrê Kurdistanê bû û yek ji endamên ku instîtuya afrandinên kurd li bajarê Parîsê (paytexta Fransayê) sazkirin bû . Nivîskar û zimanzan Kurdo di şeva 31'ê mijdara sala 1985'an li Lênîngradê Yekîtiya Sovyeta 
.berê koça xwe ya dawî kir û li wir hate veşartin
  
Berhemên wî
Zimanê Kurdî: Rêziman (Kurmancî) (1957),
Ferhenga kurdî (Kurmancî)-Rûsî (1960),
Ferhenga Kurdî (soranî) – Rûsî tevî Zara Yûsûpovayê (1983),
Beranderkirina rêzmanên dîalêkta Kurdî (Kurmanciya jor û Kurmanciya jêr) (1973),
Tarîxa edebiyata Kurdî cilda 1 (1983), cild 11 (1985),
Gramêra zimanê Kurdî (1990),
Duwanzdeh varîant, Mem û Zîn (1996)
Zarokên kurd li welatê sovyêtê bi pirtûkên wî hînî zimanê dê dibûn. Heta salên 1990'î deh pirtûkên wî yên dersa li Ermenistanê hatine weşandin.


Jêder :
1- Gotar: PROFFESORÊ KURD QENATÊ KURDO. DI BÎRANÎNA KOÇKIRINA WÎ YA DAWÎN DE
2- Bîranîna Qenatê Kurdo ( YENİ ÖZGÜR POLİTİKA ) .
3- Qanatê Kurdo ( Wîkîpediya ) .


Raman Hesê 

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî A-    Malbata zimanên Ewrûpî 1.      Zimanê Germanî a-Germeniya Rojhilat : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Gotî / Kûtî Kurd Li çiyayê Toros kêleka çemê Zapê / Başûr .     40.000 Li başûrê Kurdistanê fermiye . Gepîdî / Xemîrî / Gembûdî Xemîr Gembodiya 14224500+ Fermiye . Rûgyayî Bûrgûndî Faris Îran 1.132 Tenê li gundê Bûrgan fermiye . b- Germeniya Rojava : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Îngilîzî Îngilîz . Li Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê , Keneda , Awistralya , Zelandaya Nû û 94 welatên din tê axiftin Derdora 340 milyon (zikmakî) 350 milyon - 1 milyar (zimanê duyem) Fermiye . Almanî Alman Alman...

Dr.Nûredîn Zaza

Dr.Nûredîn Zaza Nûredîn Zaza Politîkager , rew ş enbîr û nivîskarekî kurd e . Damezrîner û serokê yekem partî li Sûryayê . Di 15'ê Sibata sala 1919'an de li bajarê Me'dena Elezîzê (Xarpêtê) nêzîkî Amadê li Bakurê Kurdistanê hatibû ser rûyê dinyayê . Ji malbateke welatparêz û kurdperwer bû , xwendina seretayî di sala 1930 î de li Siwêregê dixwîne û ya navîn jî di sala 1938'an de li Amedê bidawî dike , dema ş ore ş a Ş ex Se'îd di 1925'an de pêdikeve , bavê wî (Ûsiv Efendî) û birayê wî yê mezin (Dr.Nafiz) alîkarî û destekê didin vê ş ore ş ê . Lê dema serhildan bi bindikeve ; Ûsiv Efendî û Dr.Nafiz tê giritin lê pi ş tî serbest berdayînê , di sala 1938'an de tevî Nûredînê 13'e salî ji Amedê berê xwe didin bajarê Helebê yê Sûryayê û li Ş amê bi cî dibin .          Li Sûryayê û bi taybet li bakurê wê Dr.Nafiz karê xwe yê bijî ş kiyê dewam dike , lê xebat û têko ş îna xwe ya Kurdî jî ranewestîne û di avakirina ( komela Xuyebûnê ) de xwed...