التخطي إلى المحتوى الرئيسي

Dr.Nûredîn Zaza

Dr.Nûredîn Zaza
Nûredîn Zaza

Politîkager , rewşenbîr û nivîskarekî kurd e . Damezrîner û serokê yekem partî li Sûryayê .
Di 15'ê Sibata sala 1919'an de li bajarê Me'dena Elezîzê (Xarpêtê) nêzîkî Amadê li Bakurê Kurdistanê hatibû ser rûyê dinyayê . Ji malbateke welatparêz û kurdperwer bû , xwendina seretayî di sala 1930 î de li Siwêregê dixwîne û ya navîn jî di sala 1938'an de li Amedê bidawî dike , dema şoreşa Şex Se'îd di 1925'an de pêdikeve , bavê wî (Ûsiv Efendî) û birayê wî yê mezin (Dr.Nafiz) alîkarî û destekê didin vê şoreşê . Lê dema serhildan bi bindikeve ; Ûsiv Efendî û Dr.Nafiz tê giritin lê piştî serbest berdayînê , di sala 1938'an de tevî Nûredînê 13'e salî ji Amedê berê xwe didin bajarê Helebê yê Sûryayê û li Şamê bi cî dibin .
         Li Sûryayê û bi taybet li bakurê wê Dr.Nafiz karê xwe yê bijîşkiyê dewam dike , lê xebat û têkoşîna xwe ya Kurdî jî ranewestîne û di avakirina ( komela Xuyebûnê ) de xwedî rol e , di sala 1946'an de dibe serokê vê komelê , pişşewtandina gundên kurdan ji ber serhildana ( Ihsan Nûrî Paşa ) , Zaza gelekî hêris dibe û dêşe lewma ew û hevalên xwe yên dibiatana Ferensî şandeyekê çêdikin û nivîsek ji palozxane û nûnergehên Ewrûpayê yên li Şamê re dişînin û nerazîbûna xwe didin nîşandan her wiha gelek hewldan dike ji bo çêkirina ( Komela Hêviyê ) û pê re jî di van demana de Zaza xwendina xwe ya amadeyî li dibistana Ferensî bidawî dike û hewl dide tevlî refên şoreşa Berzanî ya Başûrê Kurdistan û Îraqê bibe , lê di sala 1944'an de ji aliyê desthildariya Îraqî ve tê girtin û li Mûsil û Bexdayê tê zindankirin . Piştî ku tê berdan , di sala 1945'an de diçe Libnanê da ku xwendina xwe ya zankoyê beşê zanistên politîkayê li zanîngeha Ferensî bidawî bike , demekê li Radiyoya Beyrûtê di beşa kurdî de kar dike û piştî ku êzgeh tê girtin , dibistaneke kurdî vedike , her wiha li wir Berdxaniyan nas dike , bi wan re kar dike , ji bo kovarên " Hewar û Ronahî " alîkariya Celadet Bedirxan dike û dikeve têkiliyan .
Piştî ku bawernameya xwe ya zanîngehê ya ( Ellîsansê ) di sala 1947'an bidest dixe di 1949'an de berê xwe dide Siwîsrayê ji bo xwendina asta bilind û pisporiyê li wir bixwîne , di sala 1956'an de bawernameya Diktora di Felsefeyê de bi dest dixe .
Di van deman de jî wî ji dev doz û xebata gelê xwe bernade û hewl dide li Ewrûpayê doza Kurdî bide naskirin . Di sala 1949'an de ew û birek ji hevalên wî ( Komela Xwendekarê Kurd ) dide avakirin û dibe serokê wê û pê re jî ew û hevalên xwe kovarek bi navê " Dengê Kurdistan " bi zimanên Kurdî , Ferensî û Ingilîzî derdixin .
Di sala 1956'an de Diktora di zanistên politîkayê de distîne û car din vedigere Sûryayê ji bo têkoşîna xwe dewam bike û li zanîngeha Şamê dibe mamosteyê Felsefeyê . Di sala 1957 'an ew û hevalên xwe weke Osman Sebrî û hinên din ( Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyê ) ava dikin û dibe serokê wê .
Vî çaxî qonaxeke xurt û ber çav ji xebata Kurdî despê dike , cemawer li dora Zaza û partiya wî kom dibin , ev tişt jî dibe cihê metirsiyê ji desthildariya yekgirtî re ( yekîtiya Sûrya û Mesir di sala 1958'an de ) , tirsiyan xwe partî û Zaza hîn xurtir bibe , lewra wî û havalên wî di sala 1960 î de 18 mehan digrin .
Di zindanê de nivîsk ji serokê dadgeha ewlekariya dewleta leşkerî ya bilind li Şamê re dişîne . Ev nivîs gelek hêja û giran bûha bû ji ber rewşa herêmê ya pêerojê û mijarên polîtîka dinav xwe de dihewand . Naveroka wê dibêje ku mafê gelê kurd ê hebûn û jiyanê li warê wî li bakurê Sûryayê heye , gereke çanda wan bê parastin , ti carî çand , dab û dîroka kurdî tevî evqas şer û kuştin winda nebûye , divê biratiya gelan li herêmê pêk bê û kuştina gel û çand wî tiwaneke dijî asayên mirovahiyê ye .
Piştî ku Zaza ji zindanê derdikeve , di tevgera kurdî de gelekî bi nav û dev dibe lê gelek praçebûyîn di partiyê de çêbûne û ji wê hatiye dûrxistin , di van deman de hilbijartinên palementoyê di sala 1961'an de çêdibjn , Zaza bi navê Partî derbasî hilbijartinan dibe û giha asta ku têde biserkeve lê desthildarî sextekariyê dike û wî digre . Piştî ku serbest tê berdan diçe Libnanê , gelek têkîliyan bi kesên xuya yên Libnanî re weke Kemal Cumbilat û Pîr Cemîl re çêdike her wiha bi rêberên serhildna kurdî li Başûrê Kurdistanê re , ev jî dibe sedema nerazîbûma hikûmeta Libnanê , radibin di riya Ordinê de wî radestî Sûriyayê dikin û li wir jî careke din di sala 1966'an de 7 mehan tê girtin , di wê demê de Sûrayayê dibin desthildariya Be'isê deye û ew sirgunî Siwêdayê dikin , lewma Dr.Zaza çêja aramiyê di jiyan û xebata xwe de ne dîtiye .
Di sala 1967'an direve Tirkiyayê cem birayê xwe Reşo , lê sîxurên Tirk pê dibihîzin , mafê niştecîtiyê nedanê û didin peyî wî lewma mecbûr dimîne ji dev Tirkiyayê berde û di 1970 î de berê xwe bide Siwîsrayê .
Dr.Zaza di sala 1973'an de li Siwîsrayê û di 53 saliya xwe de bi jineke rojnamevan re bi navê "Gilberte Favre" re şû dibe û kurekî jê re tîne , navê wî dikin " Engo Valery " an jî " Chango Valery " , di dawiya temenê xwe dejî  li Lozanê weke mamosteyê zimanê Ferensî li dibistanên wê kar dike .
Dr.Nûredîn Zaza 7'ê Cotmeha sala 1988'an li bajarê Lozan li Siwîsrayê koça dawî dike û li wir tê veşartin .
Dr.Nûredîn Zaza ne tenê têkoşerekî politîkê bû , lê belê rewşenbîr û nivîskarekî mezin bû , bi sedan gotar û nivîsên wî di kovarên " Hewar û Ronahîyê " hatin weşandin , destana "Memê Alan" veguherand tîpên latînî û çap kir , romana "Şivanê Kurmanc" a Erebê Şemo ji Ferensî wegerand Kurdî û di sala 1982'an de pirtûka bi navê " Jiyana min a kurdewarî " çêkir û têde behsa jiyana xwe û têkoşîna gelê kurd kir , her wiha tevlî avakirina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû .
Dr.Zaza pîtedaneke mezin dabû mijara pêşxistina zimanê Kurdî , lewma bang li kurdan kiriye û dibêje :
" Kurdino : heger hûn naxwazin winda û belave bibin , divê ku hûn zimanê xwe fêr bibin û bidin fêrkirin , heger we xwest xwe nas bikin û hez bikin ; berê xwe bidin xurtkirina havaltî û biratiyê bi gelên din re û bi rûmet bijîn û zimanê xwe fêr bibin û bidin fêrkirin "

Berhemên wî :
Bangeke ji bo miletê kurd di Sala 1982'an de .
Şerê Azadî .
Memê Alan bi latînî .
Keskesor .
Jiyana min ( Ma vie Kurde ) , Bi ferensî .

Kurdistan , Bi ferensî .

Çavkanî :
   1-    Wîkîpediya ( Erebî – Kurdî – Ferensî ) .
   2    Pirtûka Navdêrên Kurd . (Nevin Güngör  Reşan) .
   3-    Klorofêl … Endezyae : Zinar Mistefa .
   4-    Zanistnama Çiyayê Kurmênc .
   5-    Rûpela facebook a Dr.Nûredîn Zaza .
   6-    Websita ( Medînet Dêrik ) . Ebû Kurdî .
   7-    Websita Kurdstreet (KS NEWS)
   8-    Kurdipedia .




Raman Hesê


تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî A-    Malbata zimanên Ewrûpî 1.      Zimanê Germanî a-Germeniya Rojhilat : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Gotî / Kûtî Kurd Li çiyayê Toros kêleka çemê Zapê / Başûr .     40.000 Li başûrê Kurdistanê fermiye . Gepîdî / Xemîrî / Gembûdî Xemîr Gembodiya 14224500+ Fermiye . Rûgyayî Bûrgûndî Faris Îran 1.132 Tenê li gundê Bûrgan fermiye . b- Germeniya Rojava : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Îngilîzî Îngilîz . Li Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê , Keneda , Awistralya , Zelandaya Nû û 94 welatên din tê axiftin Derdora 340 milyon (zikmakî) 350 milyon - 1 milyar (zimanê duyem) Fermiye . Almanî Alman Almanya Belgiya Brazîl  Îtalya (Tîrola Başu

Pr.Qenatê Kurdo

Qenatê Kurdo           Qenatê Kurdo (bi rûsî: Канат Калашевич Курдоев, lat. Kanat Kalaşeviç Kurdoev : Zimanzan, nivîskar û akademiyê Kurd Qenatê Kurdo di sala 1909'an de li Bakurê Kudistanê gundê Sûsizê li nêzîkî Qarsê (Qersê) ji bavekî gundî ku navê wî Keleşê Xidir bû, ji êla Şerqiya, û diya wî jî Xezala keça Nadirê Çolo bû, ji êla Rojekê û her du jî (bav û diya wî) ji kurdên êzdî bûn ji dayik bûye. Kurdo di sala 1918'an de û ji ber zor û stema dewleta Osmanî , malbata wî bi xelkê wê deverê re koçberbûn û berê xwe dane devera Erbarab li Ermenistanê û li wir gundekî kurd hilbijartin û lê rûniştin, navê wî gundî Kurblax bû û ji wir jî berê xwe dane Tevlîsê (paytexta Gurcistanê), di 1921'an piştî salekê ji mana wan li Tevlîsê bavê wî mir . Li Tiflîsê Kurdo diçe dibistana zimanê Kurdî , di sala 1928'an de Qenatê Kurdo xwendina xwe ya destpêkê û navîn li dibistana Lazoyê bi dawî dike û piştî wê bi salekê diçe Lênîngradê (îro Sankt Petersburg) û li Zanîngehê l

Cûdahiyên di navbera zimanê Kurdî û Erebî de

Cûdahiyên di navbera  zimanê Kurdî û Erebî de :      1-       Zimanê kurdî ji malbata Hindo-Aryen e , lê belê zimanê Erebî ji malbata Hamî-Samî ye .    2-       Zimanê kurdî bi tîpên latînî û ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsîn , ê Erebî bi tîpên Aramî ye û ji rastê ber bi çepê ve tê nivîsîn .    3-       31 tîpên zimanê Kurdî hene , lê belê di zimanê Erebî de 28 tîp in . 4-       Di kurdî de du tîpên dengdêr li pey hev nayên , lê di Erebî de tên . 5-       Li ber zimanên cîhanê , tenê di zimanê Erebî de Tîpa (ض)  heye , ku ev tîp jî bi zehmetî tê bi lêvkirin . 6-       Di aliyê bilêvkirina tîp û peyvan , zimanê Erebî ji yê Kurdî zehmetir û dijwartir e . 7-       Hevoka Kurdî ; lêkerê wê di dawiya hevokê de tê danîn , lê ya Erebî di despêkê de ye. 8-       Tîpên Erebî bi gelek awayan tên nivîsandin , di despêka peyvê , nêvîka wê û di dawiyê de , wêneyên wan jev cûda ne . Her wiha cûreyên xêzandin û neqişkirina tîpan jî li cem wan heye û her yek ciyw