التخطي إلى المحتوى الرئيسي

Filetî . Mesîhiyet


Filetî ( Mesîhiyet )
        
    Baweriyeke yekxwedayî ango Brahîmî ye . Ji nijada xwe ve Cuhûwarî ye . Pirtûka wê ya pîroz Incîl ango Mizgînî ye , weke du sozan hatiye naskirin û nivîsandin ; Soza yekemîn û Soza duyemîn . Bi mizgîndayînê belavî cîhanê bûye . Pêxemberê wê Îsayê Mesîh kurê Meyrema Edra ye . Mijara baweriyê ; peywerên sincî , buhêrek , pakî û pîroz dîtina tiştan e û têkiliya di navbera xwedê û kurê wî Îsa ku bû fedekarê cîhan û gelê xwe û bi xaçkirina wî , wan ji gunehan rizgar kir , ne miriye û di dawiya dinyayê de wê dîsa derbikeve . Cihê ku bawerî lê xwe da der ; Filestîna anha ye û bi taybet Quds , Orşelîm û Bêt lehim e . Ev bawerî di serdema Şahînşahiya Romanî de derketiye . 2.4 Milyar kes baweriya xwe pê tînin û nav xwe de dibe çar beş : Kasolîkî , Arsoziksiya rohilat , Rojhilatî , Birotistantî  .Wateya navê Mesîh tê ku ew tiştê bi rûnê pîroz hatiye firkandin .
Baweriya Mesîhî
         Pirtûka pîroz di baweriya filetiyê de bingeh tê girtin , wê weke gotina xwedê ya statîk ta dawiyê dibînin , di riya wê de xwedê û pilana wî ya rizgarkirina mirovan ji gunehî û sezeya wê ya sermedî nas dikin her wiha pirtûkeke ku behsa têkilyeke kesayetî , zindî , rojan e û yekser bi xwedayê afrîner , hezkir , pîroz û dadmend dike.
         Filetî ne ol e weke ku belavbûye , lê belê bawera bi Îsayê Mesîh e û çi ji mirovahiyê re kiriye , navlêkirina rast dive ku " Baweriya Mesîhî " be , her wiha gotina ( Nisranî ) gotineke biyanî ye ji pirtûka pîroz û dîroka wê re û ne di cih de ye .
         Her Mesîhiyekî rast , bi hebûna yek xwedayî bawer dike . Afrandin daberînke xurt e ji vî xwedayî û şiyana wî ya sosret re , xwedê bi şandina wî ji pêxemberan re ku her yek ji wan xwedî nameyek taybet ji kes û gelan e re , xwestiye xwe bîne ziman , mebesta xweda ew bû ku mirov tim tobe bike û lê vegere , lê di dawiyê de xweda giyanekî mirovî girtiye ku ew bi xwe Îsayê Mesîh e û hatiye dinyaya me û weke mirovekî tekûz bêguneh jiyaye daku xwe di ber gunehê û sezaya mirov a sermedî de feda bike û ji her kesê ku baweriyê bi Îsayê Mesîh dike jiyaneke sermedî be . Di baweriya Mesîhî de xwedê herdem despêker e ji ber xwedanê hezkirinê ye û dixwaze bi bi mirov re li hev were û ta dawiyê pêre be . Pilana xwedê ji her mirovekî re ; rizgariya ji gunehê ye , aşîtiya hemû rojên cîhanê ye , şahiyeke xwedayî ya herdemî ye û parvekirina hezkiria xwe bi mirovên din re .
          Pirtûka pîroz ( Incîl ango Mizgînî ) her Mesîhiyekî fêr dike ku weke çawa Îsayê Mesîh jiyabû ew jî weha bijî , riya xwe li gorî peywer û wesîyên wî yên tijî hezkirin , buhrandin , jiyana pîroz û pak bi xwedê re û bi mirovên din re bijî û bişopîne û vê peyama xwedayî bigihîne hemû dinyayê .
          Baweriya wan ew e ku Incîl ji cem xwedê ye , ew gotina xwedayê bê kêmayî ye û desthildariya herî bilind ji jiyana yê Mesîhî re ye , her wiha xwedê yek e û kesayeta wî di riya Salûsê pîroz dixuyîne ; Bav , Kur ( Îsayê Mesîh ) û rewanê pîroz e ( Elrûh elqudis ) . Îsayê Mesîh bi xwedayîbûna xwe di teşe û awayê mirovekî li ser erdê jiyaye , li ser Xaçê miriye , hatiye veşartin , lê ji nav miriyan rabûye û anha weke dilovankarekî li rastî bav ango xwedê dijî . Mesîhiyet dibêje ku mirina Îsayê Mesîh li ser xaçê , bes bû ji bo dayîna temenê guneh û qereyê li ser mirovan bi awayekî tekûz û bi mirina wî li hev hatina di navbera xwedê û mirovan her wiha vegerandina têkiliyê pêre çêkir .

Mesîhiyet û limêj :

           Di Filetiyê de limêj cihekî girîng di baweriyê de digire , limêj li cem Mesîhyan pir pîroz tê dîtin û weke pirekê ji bo hevdîtina bi xwedê re û pêre axivîn e . Incîl her gav û bê qutbûn daxwaza limêjê dike û weke parçeyeke girîng ji baweriya Mesîhî dibîne , di limêjê de spasî , bawerî û sozadayîna ji xwedê nû dibe û tê kirin , her wiha daxwaza pêwistiyên rewanî û demkî jê têne lavakirin . A girîng ew e ku divê gotinên limêjê ji dilekî pak ku bi xwîna Îsayê Meshî hatiye pakirin derbên .

Mesîhiyet û xwendina Incîlê :

           Di baweriyê de weke çawa mirovê Mesîhî dixwaze bi xwedê re biaxive , xwedê jî di riya pirtûka xwe ya pîroz de dixwaze bi mirovan re biaxive . Ew jî di riya gotina ku jii Mesîhiyan re şandiye û ji wan xwestiye ku vê gotinê bixwînin , ji ber di gotina xwedê de sûdgirtin di her aliyê jiyan de heye her wiha nêzîkbûyîne ji xwedê re .

Rêgezên baweriya Mesîhî :

1-   Bawerkirina ku pirtûka pîroz bi herdû sozên xwe yên kevin û nû ( Incîl ) ji nav hemû pirtûkan , ew gotina xwedê ye , ew lêvegera yeker û jêdera teqezkirî ji baweriyên Mesîhî û reftarê bawermendê Mesîhî re ye .
2-   Bawerkirina bi yek xwedayî yê sêgoşe " Salûs " ( Bav , kur û rewanê pîroz ) , bawerkirina ku Îsayê Mesîh gotina xwedê , kurê xwedê , wêneya xwedê û xêzkirina cewherê wî ye .
3-   Bawerkirina bi fedekariya Îsayê Meshîm ji cîhanê re : êşên wî , mirina wî li ser xaçê û rabûna wî ji mirinê .
4-   Bawerkirina ku xweda Îsayê Mesîh wê careke din ji bo dayîna qerê cîhanê di rojên dawiyê de wê vegere erda me .
5-   Bawerkirina ku mirov û li pêşberî xwedê ji gunehên xwe pak dibe û wê bi bawerkirina bi xweda ( Îsayê Meshî ; xweda , fedakar û rizgarker ) jiyana sermedî bi dest bixe .
6-   Ji bo jiyaneke xweş , pak û bibêr bijîn : ji hev hez bikin û ji dijminên xwe jî hez bikin , berê xwe bidin xêrê û alîkariya dilovanî bi kesên din re bikin , kesê ku ne başiyê bi we dike jê re biburînim .  
  
Jêder :
1-   El-Incîl El-Muqedes ( ( الانجيل المقدس " العهد الجديد "

Raman Hesê

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî A-    Malbata zimanên Ewrûpî 1.      Zimanê Germanî a-Germeniya Rojhilat : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Gotî / Kûtî Kurd Li çiyayê Toros kêleka çemê Zapê / Başûr .     40.000 Li başûrê Kurdistanê fermiye . Gepîdî / Xemîrî / Gembûdî Xemîr Gembodiya 14224500+ Fermiye . Rûgyayî Bûrgûndî Faris Îran 1.132 Tenê li gundê Bûrgan fermiye . b- Germeniya Rojava : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Îngilîzî Îngilîz . Li Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê , Keneda , Awistralya , Zelandaya Nû û 94 welatên din tê axiftin Derdora 340 milyon (zikmakî) 350 milyon - 1 milyar (zimanê duyem) Fermiye . Almanî Alman Almanya Belgiya Brazîl  Îtalya (Tîrola Başu

Pr.Qenatê Kurdo

Qenatê Kurdo           Qenatê Kurdo (bi rûsî: Канат Калашевич Курдоев, lat. Kanat Kalaşeviç Kurdoev : Zimanzan, nivîskar û akademiyê Kurd Qenatê Kurdo di sala 1909'an de li Bakurê Kudistanê gundê Sûsizê li nêzîkî Qarsê (Qersê) ji bavekî gundî ku navê wî Keleşê Xidir bû, ji êla Şerqiya, û diya wî jî Xezala keça Nadirê Çolo bû, ji êla Rojekê û her du jî (bav û diya wî) ji kurdên êzdî bûn ji dayik bûye. Kurdo di sala 1918'an de û ji ber zor û stema dewleta Osmanî , malbata wî bi xelkê wê deverê re koçberbûn û berê xwe dane devera Erbarab li Ermenistanê û li wir gundekî kurd hilbijartin û lê rûniştin, navê wî gundî Kurblax bû û ji wir jî berê xwe dane Tevlîsê (paytexta Gurcistanê), di 1921'an piştî salekê ji mana wan li Tevlîsê bavê wî mir . Li Tiflîsê Kurdo diçe dibistana zimanê Kurdî , di sala 1928'an de Qenatê Kurdo xwendina xwe ya destpêkê û navîn li dibistana Lazoyê bi dawî dike û piştî wê bi salekê diçe Lênîngradê (îro Sankt Petersburg) û li Zanîngehê l

Cûdahiyên di navbera zimanê Kurdî û Erebî de

Cûdahiyên di navbera  zimanê Kurdî û Erebî de :      1-       Zimanê kurdî ji malbata Hindo-Aryen e , lê belê zimanê Erebî ji malbata Hamî-Samî ye .    2-       Zimanê kurdî bi tîpên latînî û ji çepê ber bi rastê ve tê nivîsîn , ê Erebî bi tîpên Aramî ye û ji rastê ber bi çepê ve tê nivîsîn .    3-       31 tîpên zimanê Kurdî hene , lê belê di zimanê Erebî de 28 tîp in . 4-       Di kurdî de du tîpên dengdêr li pey hev nayên , lê di Erebî de tên . 5-       Li ber zimanên cîhanê , tenê di zimanê Erebî de Tîpa (ض)  heye , ku ev tîp jî bi zehmetî tê bi lêvkirin . 6-       Di aliyê bilêvkirina tîp û peyvan , zimanê Erebî ji yê Kurdî zehmetir û dijwartir e . 7-       Hevoka Kurdî ; lêkerê wê di dawiya hevokê de tê danîn , lê ya Erebî di despêkê de ye. 8-       Tîpên Erebî bi gelek awayan tên nivîsandin , di despêka peyvê , nêvîka wê û di dawiyê de , wêneyên wan jev cûda ne . Her wiha cûreyên xêzandin û neqişkirina tîpan jî li cem wan heye û her yek ciyw