Cûdahiyên di navbera zimanê Kurdî û Erebî de :
1-
Zimanê kurdî ji malbata Hindo-Aryen e , lê belê zimanê
Erebî ji malbata Hamî-Samî ye .
2-
Zimanê kurdî bi tîpên latînî û ji çepê ber bi rastê ve
tê nivîsîn , ê Erebî bi tîpên Aramî ye û ji rastê ber bi çepê ve tê nivîsîn .
3-
31 tîpên zimanê Kurdî hene , lê belê di zimanê Erebî
de 28 tîp in .
4-
Di kurdî de du tîpên dengdêr li pey hev nayên , lê di
Erebî de tên .
5-
Li ber zimanên cîhanê , tenê di zimanê Erebî de Tîpa (ض) heye , ku ev tîp jî bi
zehmetî tê bi lêvkirin .
6-
Di aliyê bilêvkirina tîp û peyvan , zimanê Erebî ji yê
Kurdî zehmetir û dijwartir e .
7-
Hevoka Kurdî ; lêkerê wê di dawiya hevokê de tê danîn
, lê ya Erebî di despêkê de ye.
8-
Tîpên Erebî bi gelek awayan tên nivîsandin , di
despêka peyvê , nêvîka wê û di dawiyê de , wêneyên wan jev cûda ne . Her wiha
cûreyên xêzandin û neqişkirina tîpan jî li cem wan heye û her yek ciywaziya wan
a herêmî û bedewbûnê heye , lê di Kurdî de tenê hûr û girs heye .
9-
Zimanê kurdî zimanê çiyê ye , lê yê Erebî yê deştê ye
. Her yek ji wan li gor vê taybetmediyê ciyawaziya xwe daye der .
10-
Zimanê Erebî ji ber Quranê bi statû bû û bû xwedî
bingehekî xurt , ê Kurdî bê ti pirtûkên
pîroz ber bi statûbûnê ve diçe .
11-
Di kurdî de qertafên cînavkan hene , lê di Erebî de
nînin .
12-
Di Erebî de hevoka navdêrî heye , lê di Kurdî de tine
ye .
13-
Reweya fermanî di Erebî de weke demeke xweser mîna
dema niha û bûrî lê tê nerîn .
14-
Di Kurdî de piraniya peyvan mê ne , lê di Erebî de nêr
in .
15-
220 Milyon kes bi Erebî diaxivin , lê belê 55 Milyon
bi Kurdî diaxivin .
16-
Zimanê Erebî Fermî ye , lê yê Kurdî negihiştiye wê
asta fermîbûnê .
17-
Di Kurdî de çi tîpa tê bi lêvkirin tê nivîsîn , lê di
Erebî de hin tîp hene tên bi lêvkirin lê nayên nivîsîn .
18-
Di zimanê Erbeî de dengdarên di rayeka peyvê de ti
carî nayên guhertin , lê di Kurdî de
carcaran tên guhertin .
19-
Di zimanê Kurdî de tîpên Kelejandinê hene , ku
bilêvkirina dengên peyvê ji axvêr re sivik dike , lê di Erebî de tiştekî weha
nîne .
20-
Di Kurdî de agahî û sedem di pêş de ne lê di Erebî de
li paş in .
21-
Di Erebî de (Herekat) hene , ew jî weke tîpên dengdêr
tên dîtin û bi rola wan radibin , lê di kurdî de rasterast tîpên dengdêr tên
nivîsandin .
22-
Di zimanê Erebî de dem û bikaranîna wan ne gelekî
fereh e , lê di Kurdî de geelekî xurt e
.
23-
Di pirjimarî , nêr û mêtiyê de , zimanê Erebî zengîn e
, lê zimanê Kurdî bi qertaf û çend tîpan vê taybetmendiyê dixuyîne.
24-
Zimanê Kurdî zimanekî ( Nîv Ergetîv e ) , lê belê
Erebî na .
Raman
Hesê
تعليقات
إرسال تعليق