Zanista zimanvaniyê Cîhana ku em tê de dijîn , roj bi roj xwe digihîne astên herî jor û pêşdikeve . Di gelek alî û qadên civakê de jî mirovan karîbûn xwe bigihîn ziraviyên herî biçûk li ser rûyê erdê , wan nasbikin û kifş bikin . Yek ji tiştên herî girîng ewe ku ; karîbûn şoreşekê di nav ziman û mirovan de çêbikin , ew jî şoreş û serhildana lêkolîna zimanvaniyê bû , ku bû sedema gelek tiştên windayî yên ku bi mirovan û dîroka wan ve girêdayî derkeve û li ber çavan bixuye . a- Zanista zimanvaniyê : Ev zanist liser nimandina wateyên peyvan , teşeya wê ya yekîne bi ziravî û hûrkolîn lêkolîn dike , her ziman ji aliyê wate , dîrok , berhevîn , têkiliyên wan di nav hev de û bi taybet ciyawazî û şewazên vî zimanî lêkolîn dike , ku ziman çiye ? , çawa tê xebitîn ? , koka peyvê ji kû derê ye ? , çawa sentez bûye ? , fonitîka wê çiye ? , çawa ji dev derdikeve ? , çawa ji teşeyekî...