Filetî ( Mesîhiyet )
Baweriyeke yekxwedayî ango Brahîmî ye . Ji nijada xwe ve Cuhûwarî ye . Pirtûka wê ya pîroz Incîl ango Mizgînî ye , weke du sozan hatiye naskirin û nivîsandin ; Soza yekemîn û Soza duyemîn . Bi mizgîndayînê belavî cîhanê bûye . Pêxemberê wê Îsayê Mesîh kurê Meyrema Edra ye . Mijara baweriyê ; peywerên sincî , buhêrek , pakî û pîroz dîtina tiştan e û têkiliya di navbera xwedê û kurê wî Îsa ku bû fedekarê cîhan û gelê xwe û bi xaçkirina wî , wan ji gunehan rizgar kir , ne miriye û di dawiya dinyayê de wê dîsa derbikeve . Cihê ku bawerî lê xwe da der ; Filestîna anha ye û bi taybet Quds , Orşelîm û Bêt lehim e . Ev bawerî di serdema Şahînşahiya Romanî de derketiye . 2.4 Milyar kes baweriya xwe pê tînin û nav xwe de dibe çar beş : Kasolîkî , Arsoziksiya rohilat , Rojhilatî , Birotistantî .Wateya navê Mesîh tê ku ew tiştê bi rûnê pîroz hatiye firkandin .
Baweriya Mesîhî
Pirtûka pîroz di baweriya filetiyê de bingeh tê girtin , wê weke
gotina xwedê ya statîk ta dawiyê dibînin , di riya wê de xwedê û pilana wî ya
rizgarkirina mirovan ji gunehî û sezeya wê ya sermedî nas dikin her wiha
pirtûkeke ku behsa têkilyeke kesayetî , zindî , rojan e û yekser bi xwedayê
afrîner , hezkir , pîroz û dadmend dike.
Filetî ne ol e weke ku belavbûye , lê belê bawera bi Îsayê Mesîh e
û çi ji mirovahiyê re kiriye , navlêkirina rast dive ku " Baweriya Mesîhî
" be , her wiha gotina ( Nisranî ) gotineke biyanî ye ji pirtûka pîroz û
dîroka wê re û ne di cih de ye .
Her Mesîhiyekî rast , bi hebûna yek xwedayî bawer dike . Afrandin
daberînke xurt e ji vî xwedayî û şiyana wî ya sosret re , xwedê bi şandina wî
ji pêxemberan re ku her yek ji wan xwedî nameyek taybet ji kes û gelan e re , xwestiye
xwe bîne ziman , mebesta xweda ew bû ku mirov tim tobe bike û lê vegere , lê di
dawiyê de xweda giyanekî mirovî girtiye ku ew bi xwe Îsayê Mesîh e û hatiye
dinyaya me û weke mirovekî tekûz bêguneh jiyaye daku xwe di ber gunehê û sezaya
mirov a sermedî de feda bike û ji her kesê ku baweriyê bi Îsayê Mesîh dike jiyaneke
sermedî be . Di baweriya Mesîhî de xwedê herdem despêker e ji ber xwedanê
hezkirinê ye û dixwaze bi bi mirov re li hev were û ta dawiyê pêre be . Pilana
xwedê ji her mirovekî re ; rizgariya ji gunehê ye , aşîtiya hemû rojên cîhanê ye
, şahiyeke xwedayî ya herdemî ye û parvekirina hezkiria xwe bi mirovên din re .
Pirtûka pîroz ( Incîl ango Mizgînî ) her Mesîhiyekî fêr dike ku
weke çawa Îsayê Mesîh jiyabû ew jî weha bijî , riya xwe li gorî peywer û
wesîyên wî yên tijî hezkirin , buhrandin , jiyana pîroz û pak bi xwedê re û bi
mirovên din re bijî û bişopîne û vê peyama xwedayî bigihîne hemû dinyayê .
Baweriya wan ew e ku Incîl ji cem xwedê ye , ew gotina xwedayê
bê kêmayî ye û desthildariya herî bilind ji jiyana yê Mesîhî re ye , her wiha
xwedê yek e û kesayeta wî di riya Salûsê pîroz dixuyîne ; Bav , Kur ( Îsayê
Mesîh ) û rewanê pîroz e ( Elrûh elqudis ) . Îsayê Mesîh bi xwedayîbûna
xwe di teşe û awayê mirovekî li ser erdê jiyaye , li ser Xaçê miriye , hatiye
veşartin , lê ji nav miriyan rabûye û anha weke dilovankarekî li rastî bav ango
xwedê dijî . Mesîhiyet dibêje ku mirina Îsayê Mesîh li ser xaçê , bes bû ji bo
dayîna temenê guneh û qereyê li ser mirovan bi awayekî tekûz û bi mirina wî li
hev hatina di navbera xwedê û mirovan her wiha vegerandina têkiliyê pêre çêkir
.
Mesîhiyet
û limêj :

Mesîhiyet
û xwendina Incîlê :
Di baweriyê de weke çawa mirovê Mesîhî
dixwaze bi xwedê re biaxive , xwedê jî di riya pirtûka xwe ya pîroz de dixwaze
bi mirovan re biaxive . Ew jî di riya gotina ku jii Mesîhiyan re
şandiye û ji wan xwestiye ku vê gotinê bixwînin , ji ber di gotina xwedê de
sûdgirtin di her aliyê jiyan de heye her wiha nêzîkbûyîne ji xwedê re .
Rêgezên baweriya Mesîhî :
1-
Bawerkirina ku pirtûka pîroz bi herdû sozên xwe yên kevin û nû (
Incîl ) ji nav hemû pirtûkan , ew gotina xwedê ye , ew lêvegera yeker û jêdera
teqezkirî ji baweriyên Mesîhî û reftarê bawermendê Mesîhî re ye .
2-
Bawerkirina bi yek xwedayî yê sêgoşe " Salûs " ( Bav ,
kur û rewanê pîroz ) , bawerkirina ku Îsayê Mesîh gotina xwedê , kurê xwedê ,
wêneya xwedê û xêzkirina cewherê wî ye .
3-
Bawerkirina bi fedekariya Îsayê Meshîm ji cîhanê re : êşên wî ,
mirina wî li ser xaçê û rabûna wî ji mirinê .
4-
Bawerkirina ku xweda Îsayê Mesîh wê careke din ji bo dayîna qerê
cîhanê di rojên dawiyê de wê vegere erda me .
5-
Bawerkirina ku mirov û li pêşberî xwedê ji gunehên xwe pak dibe û
wê bi bawerkirina bi xweda ( Îsayê Meshî ; xweda , fedakar û rizgarker ) jiyana
sermedî bi dest bixe .
6-
Ji bo jiyaneke xweş , pak û bibêr bijîn : ji hev hez bikin û ji
dijminên xwe jî hez bikin , berê xwe bidin xêrê û alîkariya dilovanî bi kesên
din re bikin , kesê ku ne başiyê bi we dike jê re biburînim .
Jêder :
1-
El-Incîl El-Muqedes ( ( الانجيل المقدس " العهد الجديد "
Raman Hesê
تعليقات
إرسال تعليق