التخطي إلى المحتوى الرئيسي

Perwedehiya Derûnî ya Zarokan

         Fêrkirin û perwerdeya zarokan yek ji mijarên herî tevlîhev e , jiber zehmete ji zarokan re ku hezkirin an jî   tiştê pê hîs dikim ku fêmnekirine bidin xuyakirin , jivir gelek dibistanên perwerdehî derketin pêş .
Gelek wezaretên dewletan , hizrên zanyarên derûniya perwerdehî yên cûr be cûr girtin dest , di qonaxa seretayî de û bi taybet di refa yekê de , zehmetiya yekê di fêrkirina zarokan rêzgezên nivîsîn û xwendinê de ye , dibistanên kevin ; perwerdeya kilasîk girtin dest , ew jî bi fêrkirina zarokan ji tîpan re piştre ezberkirina wan , dûvre sentezkirina van tîpan jibo peyv û gotin sazbibin û di dawî de bibin hevok .. mînak : (Ç) : çav – çiya – çem .
 Tevî ku ew rêbaz behremendiya xwendekar liser nivîsandinê bi hêz dike lê zû pêk nayê , hijmara  xwendekarên ku vî şêweyî pêktînin kêmî 50% ye , kêmayiya wê ku ji wateyên xwerû despêdike piştre digihe pê hîs kirinê ; navê şêweyê sentezî lê tê kirin . ( Ç ) : wateyeke xwerû ye xwendekar fêmnake , tenê ezberkirina wêneya tîpa Ç û awayê xêzkirin û nivîsandina wê ye . Zanyarên derûniya perwerdehî kifiş kirin ku ev şêwaz jibo fêrkirina mezinan û bitaybet ên nû fêrdibin gelekî başe di heman demê de jibo hînbûna zimanên din lê jibo gihandina raman an ji zarokan re bibindikeve . Hinek zanyarên dirûniya perwerdehî naskirin ku zarok ji wêneyên tiştên lidora xwe weke lîstok , lawir û cûreyên xwarinê hez dike û nêzîk dibe , ji bo gihandina hizra fêrkirina tîpan û girtina behremendiyên nivîsandin û rastnivîsînê tiştê ku zarok jê hez dike keysebazkirin . Despêkirin zarokan fêrî wêneyên li derdora wî kirin , piştre gotin û peyv ; ev rêbaz navê rêbazê dahûrandinê lê tê kirin û şeweyê ku di despêka salên 80 ê de li dibistanê Sûriyê de di metriyalan de dihat standin . Mînak : Bav – bav – B . Yek wêne ye . Yek peyve û ya din tîp e . Mamosteyan di piratîkê de dîtin ku ev şêwaz ji bo fêkirina zarokan xurtir e û ji bo fêrkirina xwendinê jî baştir e ji ber bi heyberekî ku xwendekar nasdike despêdike piştre xwerû û gotin û piştre tîp .    
  
Ew şêwaz di fêrkirina metryalên matmatîkê de jî hat bikaranîn . Sêv sêv = 2 . Sêv sêv sêv = 3 .   
Lê di mijarê reftarên dibistanê yên xwendekaran di hundirê polê de çîrokeke din e . Zarok di malê de cûreyekê ii perwerdeyê dibînê , ev cûre bi asta hizrandina çandî û sincî ya ku di malbatê de serwere girêdayî ye piştre vê cûreyê bi xwe re vediguhezînê refê , şopa û bandora vê cûreyê di reftarên zarokan re bi xwendekarêncdin ee yan jî li behnvedanê de dixuye . Hin xwendekar fedyokin , bi xwe tenê re ne û ev tenêtî li refê û di tevlî bûna waneyê de tê dîtin . Li vir rola mamoste tê di aliyê ku ji xwendekar re bêje her bijî û moralê wî bilind bike û wî hanedan bike dema pirsan jê bike û bersivên wî sivik bin . Xwendekarê ne tebitî jî heye ku nehsîtiyan li refê dike û hinek dijminahî li dijî xwendekarên din pê re heye .

Aliyê xurtkirinê :
Xurtkirin gelekî girînge ku xwendekaran hanedan dike ku tevlî bibin , jiber hestêncwan bi kesayeta wan xurt dike û dihêle ku bi awayekî rast tevlî para waneyê bibin , mînak şêwazên xurtkirinê :
1-      Divê mamoste navê xwendekar ezber bike û bi navê wî banî wî bike , ev dihêle ku xwendekar zanîbe ku ew li cem mamoste girînge û kesayeteke ciyawaze .
2-      Jê re li çepkan bixin dema bersiva rast bide .
3-      Dema bersiva şaş bide kes tinaziyan pê neke jiber ku wê bihêle di bersivdayînê de dudilî bibe û nema tevlî bersivên pirsên bê de bike .
4-      Xurtkirin dibe ku heyberî be ; mamoste navê xwendekarên jêhatî li ser kerteke rengîn binivîse û dalqîne .
5-      Ji şêweyên xurtkirinê ; belavkirina kertên ciyawazî û her bijîyê , ev tişt dihêle ku liser xwendinê têkevin pêşbirkekê de  .
Lê ji kêmayiyên xurtkirinê ku zêde bibe , jiber nirxê xwe ji dest dide dema pir dibe . Ne pesende ku navê hemû xwendekaran têkeve tabloya ciyawazan , ne pesende jî ku kertên ciyawaziyê li hemû xwendekarên refê bên belavkirin .

Karên hevbeş di navbera xwendekaran de û rola wê :
Karên hevbeş ew in ku birek ji xwendekaran têde beşdar dibin da ku pêkbînin .
Mînak :
1-      Amadekirina kovara dîwar :
Her 5 ta 6 xwendekar tevlî dibib ku kovarekê amade bikin , ev dihêle ku hevaltî û têkilyên wan xurtir bibe lê zêde afrandina xemrevînî , kêf û zanebûnê li cem xwendekaran .

2-      Tevlî para lîstokan bibin :
Dihêle ku rihê hevaltiya xwendekaran xurt û bilind bibe . Karên herî mezin pêk tên dema ku hevalên ji hev hez dikin û bi hev re alîkarin pê radibin .

Şêweyên perwerdehî :
Şêweyên perwerdehî birek ji alavên ku dihêle agahî bigihêje xwendekar . Şêweyên perwerdehî berê tabloyeke ji dep û qetek kilspî bûn  , lê bi pêşketina têknolojî re ; veguhertin giha şêweyên perwerdehî weke textê ronak , tabloyan , wêne û heykelan.
Lê divê ku şêweyê perwerdehî ne tevlî hev be û metirsiyên weke elektirîkê û heyberên kîmyayî di nav xwe de nehewîne û hin şêweyên ku xwendekar amade dikin weke tablo , wêne û heykelan .


Di dawî de ; tevgera perwerdehî derûnî , tevgereke hev tekûz dike , bingeha wê fêrkar û fêmker e her wiha armanceke bi nirx sincî perwerdehî ye di dawî de .

Raman Hesê

تعليقات

المشاركات الشائعة من هذه المدونة

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî

Zimanên Arî (Aryanî) = Hînd-Ewrûpî A-    Malbata zimanên Ewrûpî 1.      Zimanê Germanî a-Germeniya Rojhilat : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Gotî / Kûtî Kurd Li çiyayê Toros kêleka çemê Zapê / Başûr .     40.000 Li başûrê Kurdistanê fermiye . Gepîdî / Xemîrî / Gembûdî Xemîr Gembodiya 14224500+ Fermiye . Rûgyayî Bûrgûndî Faris Îran 1.132 Tenê li gundê Bûrgan fermiye . b- Germeniya Rojava : Ziman Ê Gelê Welat Jimara axêveran Fermiye/Ne fermiye Îngilîzî Îngilîz . Li Brîtanya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê , Keneda , Awistralya , Zelandaya Nû û 94 welatên din tê axiftin Derdora 340 milyon (zikmakî) 350 milyon - 1 milyar (zimanê duyem) Fermiye . Almanî Alman Alman...

Pr.Qenatê Kurdo

Qenatê Kurdo           Qenatê Kurdo (bi rûsî: Канат Калашевич Курдоев, lat. Kanat Kalaşeviç Kurdoev : Zimanzan, nivîskar û akademiyê Kurd Qenatê Kurdo di sala 1909'an de li Bakurê Kudistanê gundê Sûsizê li nêzîkî Qarsê (Qersê) ji bavekî gundî ku navê wî Keleşê Xidir bû, ji êla Şerqiya, û diya wî jî Xezala keça Nadirê Çolo bû, ji êla Rojekê û her du jî (bav û diya wî) ji kurdên êzdî bûn ji dayik bûye. Kurdo di sala 1918'an de û ji ber zor û stema dewleta Osmanî , malbata wî bi xelkê wê deverê re koçberbûn û berê xwe dane devera Erbarab li Ermenistanê û li wir gundekî kurd hilbijartin û lê rûniştin, navê wî gundî Kurblax bû û ji wir jî berê xwe dane Tevlîsê (paytexta Gurcistanê), di 1921'an piştî salekê ji mana wan li Tevlîsê bavê wî mir . Li Tiflîsê Kurdo diçe dibistana zimanê Kurdî , di sala 1928'an de Qenatê Kurdo xwendina xwe ya destpêkê û navîn li dibistana Lazoyê bi dawî dike û piştî wê bi salekê diçe Lênîngradê (îro Sankt Petersburg) û li Zan...

Helbest çi ye ?

Helbest çi ye ?              Helbest ; hûner , ziman, deng û ritimeke birêkûpêk kiriye , hestyarî û hizirînekî ji rêzê dûr tîne ziman , mirov di riya wê de dikare hemû hestên xwe daberîn bike . Helbest, dermanê rih e û yek ji cûre nivîsînên wêjeyî yê herî girîng e. Li gor naveroka xwe jî cûrên nivîsînên wêjeyî yên din cuddtir e .  Hêvî, aşop , evîndarî û hemû mijarên hest û ziman bi hûnandineke bedew tîne ziman û bandorê li kesayeta yê guhdar û helbestvan dike . Helbest, cûreyek ji wêjeya herî kevn e .   Di helbestê de beriya her tiştî, tişta girîng ne wateya peyvê lê belê raman û hestê wê ye , ji pexşanê cuda ye. Helbest bi pîvan û kêşe ( Kilasîk ) , her wiha bi awayê nûjen ( berdayî ) heye .            Bandora helbesta devokî ya Kurdî xwe di demê Avestayê de jî daye der. Beşa Avestayê ya bi navê “Gata yan Gatan” hemû bi awayê helbest û bi pîvana kitan hatiye...