Dr.Nûredîn
Zaza
![]() |
Nûredîn Zaza |
Politîkager
, rewşenbîr û
nivîskarekî kurd e . Damezrîner û serokê yekem partî li Sûryayê .
Di 15'ê Sibata
sala 1919'an de li bajarê Me'dena Elezîzê (Xarpêtê) nêzîkî Amadê li Bakurê
Kurdistanê hatibû ser rûyê dinyayê . Ji malbateke welatparêz û kurdperwer bû , xwendina
seretayî di sala 1930 î de li Siwêregê dixwîne û ya navîn jî di sala 1938'an de
li Amedê bidawî dike , dema şoreşa Şex Se'îd
di 1925'an de pêdikeve , bavê wî (Ûsiv Efendî) û birayê wî yê mezin (Dr.Nafiz) alîkarî
û destekê didin vê şoreşê . Lê dema serhildan bi bindikeve ; Ûsiv
Efendî û Dr.Nafiz tê giritin lê piştî
serbest berdayînê , di sala 1938'an de tevî Nûredînê 13'e salî ji Amedê berê
xwe didin bajarê Helebê yê Sûryayê û li Şamê bi cî dibin .
Li Sûryayê û bi taybet li bakurê wê Dr.Nafiz
karê xwe yê bijîşkiyê
dewam dike , lê xebat û têkoşîna xwe
ya Kurdî jî ranewestîne û di avakirina ( komela Xuyebûnê ) de xwedî rol e , di
sala 1946'an de dibe serokê vê komelê , piştî şewtandina
gundên kurdan ji ber serhildana ( Ihsan Nûrî Paşa ) , Zaza gelekî hêris dibe û dêşe lewma ew û
hevalên xwe yên dibiatana Ferensî şandeyekê
çêdikin û nivîsek ji palozxane û nûnergehên Ewrûpayê yên li Şamê re dişînin û nerazîbûna xwe didin nîşandan
her wiha gelek hewldan dike ji bo çêkirina ( Komela Hêviyê ) û pê re jî di van
demana de Zaza xwendina xwe ya amadeyî li dibistana Ferensî bidawî dike û hewl dide
tevlî refên şoreşa Berzanî ya Başûrê Kurdistan û Îraqê bibe , lê di sala 1944'an
de ji aliyê desthildariya Îraqî ve tê girtin û li Mûsil û Bexdayê tê
zindankirin . Piştî ku tê
berdan , di sala 1945'an de diçe Libnanê da ku xwendina xwe ya zankoyê beşê zanistên politîkayê li zanîngeha Ferensî bidawî
bike , demekê li Radiyoya Beyrûtê di beşa kurdî de kar dike û piştî ku êzgeh tê girtin , dibistaneke kurdî
vedike , her wiha li wir Berdxaniyan nas dike , bi wan re kar dike , ji bo
kovarên " Hewar û Ronahî " alîkariya Celadet Bedirxan dike û dikeve
têkiliyan .
Piştî ku bawernameya xwe ya zanîngehê ya ( Ellîsansê
) di sala 1947'an bidest dixe di 1949'an de berê xwe dide Siwîsrayê ji bo
xwendina asta bilind û pisporiyê li wir bixwîne , di sala 1956'an de bawernameya
Diktora di Felsefeyê de bi dest dixe .
Di van
deman de jî wî ji dev doz û xebata gelê xwe bernade û hewl dide li Ewrûpayê
doza Kurdî bide naskirin . Di sala 1949'an de ew û birek ji hevalên wî ( Komela
Xwendekarê Kurd ) dide avakirin û dibe serokê wê û pê re jî ew û hevalên xwe kovarek
bi navê " Dengê Kurdistan " bi zimanên Kurdî , Ferensî û Ingilîzî
derdixin .
Di sala
1956'an de Diktora di zanistên politîkayê de distîne û car din vedigere Sûryayê
ji bo têkoşîna xwe
dewam bike û li zanîngeha Şamê dibe
mamosteyê Felsefeyê . Di sala 1957 'an ew û hevalên xwe weke Osman Sebrî û
hinên din ( Partî Demokratî Kurdistan li Sûriyê ) ava dikin û dibe serokê wê .
Vî çaxî
qonaxeke xurt û ber çav ji xebata Kurdî despê dike , cemawer li dora Zaza û
partiya wî kom dibin , ev tişt jî dibe
cihê metirsiyê ji desthildariya yekgirtî re ( yekîtiya Sûrya û Mesir di sala 1958'an
de ) , tirsiyan xwe partî û Zaza hîn xurtir bibe , lewra wî û havalên wî di
sala 1960 î de 18 mehan digrin .
Di
zindanê de nivîsk ji serokê dadgeha ewlekariya dewleta leşkerî ya bilind li Şamê re dişîne . Ev nivîs gelek hêja û giran bûha bû ji
ber rewşa herêmê
ya pêerojê û mijarên polîtîka dinav xwe de dihewand . Naveroka wê dibêje ku mafê
gelê kurd ê hebûn û jiyanê li warê wî li bakurê Sûryayê heye , gereke çanda wan
bê parastin , ti carî çand , dab û dîroka kurdî tevî evqas şer û kuştin winda nebûye , divê biratiya gelan li
herêmê pêk bê û kuştina gel
û çand wî tiwaneke dijî asayên mirovahiyê ye .
Piştî ku Zaza ji zindanê derdikeve , di tevgera
kurdî de gelekî bi nav û dev dibe lê gelek praçebûyîn di partiyê de çêbûne û ji
wê hatiye dûrxistin , di van deman de hilbijartinên palementoyê di sala 1961'an
de çêdibjn , Zaza bi navê Partî derbasî hilbijartinan dibe û giha asta ku têde
biserkeve lê desthildarî sextekariyê dike û wî digre . Piştî ku serbest tê berdan diçe Libnanê , gelek
têkîliyan bi kesên xuya yên Libnanî re weke Kemal Cumbilat û Pîr Cemîl re çêdike
her wiha bi rêberên serhildna kurdî li Başûrê Kurdistanê re , ev jî dibe sedema nerazîbûma
hikûmeta Libnanê , radibin di riya Ordinê de wî radestî Sûriyayê dikin û li wir
jî careke din di sala 1966'an de 7 mehan tê girtin , di wê demê de Sûrayayê
dibin desthildariya Be'isê deye û ew sirgunî Siwêdayê dikin , lewma Dr.Zaza
çêja aramiyê di jiyan û xebata xwe de ne dîtiye .
Di sala
1967'an direve Tirkiyayê cem birayê xwe Reşo , lê sîxurên Tirk pê dibihîzin , mafê niştecîtiyê nedanê û didin peyî wî lewma mecbûr dimîne
ji dev Tirkiyayê berde û di 1970 î de berê xwe bide Siwîsrayê .
Dr.Zaza di
sala 1973'an de li Siwîsrayê û di 53 saliya xwe de bi jineke rojnamevan re bi
navê "Gilberte Favre" re şû dibe û
kurekî jê re tîne , navê wî dikin " Engo Valery " an jî " Chango
Valery " , di dawiya temenê xwe dejî li Lozanê weke mamosteyê zimanê Ferensî li
dibistanên wê kar dike .
Dr.Nûredîn
Zaza 7'ê Cotmeha sala 1988'an li bajarê Lozan li Siwîsrayê koça dawî dike û li
wir tê veşartin .
Dr.Nûredîn
Zaza ne tenê têkoşerekî
politîkê bû , lê belê rewşenbîr û
nivîskarekî mezin bû , bi sedan gotar û nivîsên wî di kovarên " Hewar û
Ronahîyê " hatin weşandin ,
destana "Memê Alan" veguherand tîpên latînî û çap kir , romana "Şivanê Kurmanc" a Erebê Şemo ji Ferensî wegerand Kurdî û di sala 1982'an
de pirtûka bi navê " Jiyana min a kurdewarî " çêkir û têde behsa jiyana
xwe û têkoşîna gelê
kurd kir , her wiha tevlî avakirina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû .
Dr.Zaza
pîtedaneke mezin dabû mijara pêşxistina
zimanê Kurdî , lewma bang li kurdan kiriye û dibêje :
"
Kurdino : heger hûn naxwazin winda û belave bibin , divê ku hûn zimanê xwe fêr
bibin û bidin fêrkirin , heger we xwest xwe nas bikin û hez bikin ; berê xwe
bidin xurtkirina havaltî û biratiyê bi gelên din re û bi rûmet bijîn û zimanê
xwe fêr bibin û bidin fêrkirin "
Berhemên
wî :
Bangeke
ji bo miletê kurd di Sala 1982'an de .
Şerê Azadî .
Memê
Alan bi latînî .
Keskesor
.
Jiyana
min ( Ma vie Kurde ) , Bi ferensî .
Çavkanî
:
1-
Wîkîpediya ( Erebî – Kurdî –
Ferensî ) .
2 Pirtûka Navdêrên Kurd .
(Nevin Güngör Reşan) .
3-
Klorofêl … Endezyae : Zinar
Mistefa .
4-
Zanistnama Çiyayê Kurmênc .
5-
Rûpela facebook a Dr.Nûredîn
Zaza .
6-
Websita ( Medînet Dêrik ) .
Ebû Kurdî .
7-
Websita Kurdstreet (KS NEWS)
8-
Kurdipedia .
Raman Hesê
تعليقات
إرسال تعليق